Talîbanê koletî û ‘sîstema kastê’ zagonî kir

Rêveberiya Talîbanê, bi zagona cezayê ya nû ya Afganîstanê ku di 4’ê Rêbendanê de bi bêdengî xist meriyetê, û sîstemeke ku civakê dabeşî çînan dike fermî kir.

Di zagona 119 xalî de ya ku rêxistina mafên mirovan Rawadari gihîştiyê de, civak dibe çar “kastan”: zanyarên olî (ulema/mela), elît (eşraf), çîna navîn û çîna jêrîn.

Li gorî rêziknameya nû, heman sûc li gorî statuya civakî ya kiryar bi awayên cuda tê ceza kirin.

Zanyarên olî tenê hişyariyê digirin, elît bi tenê tên bangkirin; çîna navîn bi rîska cezayê girtîgehê re rû bi rû dimîne.

Çînên jêrîn jî, li gel cezayê girtîgehê dikarin bi cezayên laşî jî werin ceza kirin.

Parêzvanên mafên mirovan destnîşan dikin ku ev sîstem ji bo elîtên olî parêzbendiyeke fiîlî peyda dike.

Di zagonê de her wiha cudakirina di navbera “kesên azad” û “koleyan” de, bû sedema fikarên cidî ku koletî wekî têgeheke hiqûqî ji nû ve hatiye nas kirin.

Mafên bingehîn ên darizandina dadwer jî bi giranî hatin rakirin; mafê parêzer û mafê bêdengbûnê cih nagirin, li şûna delîlan giranî didin şahidan. Tê diyarkirin ku ev rewş rîska girtina îfadeyan bi rêya îşkenceyê zêde dike.

Ji aliyê din ve, kiryarên wekî “danskirin” an jî “beşdarbûna civînên nezagonî” yên ku pênaseya wan ne zelal e, hatin xistin nav çarçoveya sûc û ji dadgeran re desthilatdariyeke berfireh a teqdîrê hate dayîn.

Rawadari diyar kir ku ev zagona cezayê bi prensîbên hiqûqa nûjen re bi temamî li dijî hev in û bang li Neteweyên Yekbûyî û civaka navneteweyî kir ku bi lezgînî destwerdanê bikin.

Raportorê Taybet ê NY yê Afganîstanê jî hişyarî da ku ev zagon wê li ser gelê Afgan encamên “pir wêranker” bîne.